Ez ê Birra Jî Bibim Fûtbolîst


Maradona ji bo wî wiha digot : "Heyf e ku ew bûye fûtbolîst lewra ew zêde zêde qeşeng e".

Sal 1981 . Li Londrayê, rojeke payîzê ye . David Beckham dê dest bi dibistanê bike. Mamosteyê wî yê 'ewil , pirsa 'ewil jê dike :

- Tu dixwazî bibî çi ?
+ Fûtbolîst.

Ev bersiv, li gor mamoste bersiveke cidî nîn e, loma dîsa ji David dipirse :

- Ez bi rastî dipirsim , tu dixwazî bibî çi?
+ FÛTBOLÎST.

Ev baweriya wî ya xurt di salên pêşiyê de dibe sedem ku bavê wî dev ji hemî karên xwe berde û bibe yekem antrenorê wî. Di 14 saliya wî de mamosteyê wî yê "rasteqîn" Sir Alex Ferguson ew dibîne û ew êdî dibe fûtbolîstê Manchester Unitedê. Piştî transferê yekser ji mamosteyê xwe yê 'ewil re nameyek dişîne: "Ez transferî Manchester Unitedê bûm."




 Sir Alex Ferguson û David Beckham. Beckham transferî Manchester  UTD dibe.












         
Beckham li Manchesterê 10 salên têr û tijî derbas dike û gelek kûpayan radike. Ew lingên wî yê rastê yê ku topê bişanda kû ,teqez diçû wir û nemaze frîkîkên wî di bîra fûtbolhezan de hîn jî xwediyê cihekê taybet e. Ji bilî fûtbolê bi jiyana xwe ya sansasyonel jî qet ji rojevê nakeve . Ew di heman demê de popstarek e li Îngilîstanê. Piştî 10 salan berê xwe dide başûr û transferî Real Madrîdê dibe û dibe yek ji endamên Los Galacticosê.
Li Madrîdê herçiqas negihê performansa xwe ya Manchesterê jî serkeftî ye. Piştî Madrîdê, di dawiya karîyera xwe de berê xwe dide Emerîkayê û dibe fûtbolîstê LA Galaxyê.

1998. Kûpaya Cîhanê. Beckham di fînala çaryekê de qertê sor dibîne, tîma xwe ya netewî 10 kes dihêle û Îngilîstan ji kûpayê diseride.


Di kariyera Bekcham a mukemmel de rojekê hebû ku ew ji bo wî kabûseke mezin bû . Di havîna 1998an de di fînala çaryekê ya kûpaya cîhanê de Îngilîstan û Arjantîn têne pêşberî hev. David Beckham di deqeyên herî krîtîk de piştî faûla ku li Diego Simeone dike qertê sor dibîne û tîma xwe 10 kes dihêle.Îngilîstan têk diçe . Dotira rojê çapemeniya welatê wî di derheqê wî de manşetên pirr pirr xirab dinîvîse.
Lê... lê tiştek din jî dibe ew şev .Mamosteyê wî yê 'ewil ê dibistanê, wê şevê; yanî di xirabtirîn şeva kariyera David Beckham de, dimire.


Yorumlar

  1. Bet365 Casino in Pune - Mapyro
    bet365 casino in Pune Bet365 is one 충주 출장안마 of the largest online gambling 제주 출장샵 companies in 경상남도 출장마사지 India. 천안 출장안마 It has 광명 출장안마 been in operation since 2006.

    YanıtlaSil

Yorum Gönder

Bu blogdaki popüler yayınlar

BİZİ LEYLA'YA İNANDIRAN KEREM SEVİNÇ

Reddiyeyek Bo Ömer Faruk Baran

TU BÛ ÇEND?