Kayıtlar

Öne Çıkan Yayın

"Ez Nexşeyek Lal im"

"Ez Nexşeyek Lal im, Dibilînim, Dinalim" Mirady di hevpeyvîneke xwe de gotibû “Her albûm şahidê dewreke muzîsyen e.” Dema min guh da ser albûma nû ya Mem Ararat, yekser ev gotin di hişê min de olan da. Albûma Mem ji 8 stranan pêk tê û bi etîketa Ziz Muzîkê derket. Ji aliyê guhdaran dema mirov dimeyzîne, Mem Ararat belkî jî stranbêjê herî balkêş ê Kurd e. Çimkî min dîtiye ku gelek însanên ji tarzên cudatir hez dikin, guh didin wî. Yanî meriv nikare guhdarên wî bi rihetî kategorîze bike. Sirra vê çi ye ez nizanim, belkî kesên li ser muzîkê xebatan dikin karibin rave bikin. Di qapaxa albûmê de bajarekî kavil û wêran xuya dibe di dilê Mem de. Di strana “Xewna Bajarekî” de ku ev navê albûmê ye jî, bajar bi hemû sûretê xwe derdikeve. Lê dîsa jî xewna bajarê di dilê Mem de winda nebûye.   Ew xewn/hêvî di dengê Mem ê zîz de xwe dide der: “ Porkurê, ji binê erdê dengê çivîkan tê” https://www.youtube.com/watch?v=geuZ4mIolQ0 Ji aliyê enstrumantaliyê ve jî ev alb

TU BÛ ÇEND?

Resim
Qafê min bi rastî hesabê salan nagire. Xaseten ez qet ji nav meseleya emir dernakevim. Yanî sala ewil a ku mirov çêbûye jî dikeve nav hesabê emir, an ew sala 0(Sıfır)ê ye. Lê bi texmîna min îro emrê min bû 26. Erê, ez tam di vê rojê de çêbûme. Bavê min ji ber ku gelek salan muxtarî kir, ji hêla qeyd û quydan gelek jêhatî ye. Hema bêje her hadîseyê, belgeyê dinivîse li cem xwe. Di çîrokeke Mehmet Dicle de zilamekî wilo hebû, ez wî pir dişibînim wî. Lê navê çîrokê nayê bîra min û ji ber ku ez niha ne li malê me nikarim binêrim jî. Jixwe diya min jî vê tarîxê tesdîk dike û tim dibêje "sermayeke qiyamet hebû wextê ku tu çêbû." 26 saliya min li mala şa'irekî dest pê kir. Hemû şa'ir nazik in lê Hamid Omerî di vê meselê de level avêtiye. Çawa ku "destê wî ji Kurdistanê nabe", yê min jî jê nedibû lê min piştî taştiyeke xweş xatir xwest û derketim. Li mala Hamid Omerî, kêliya ewil a sala min a 26an. Hin kes dibêjin mirov di 27 saliya xwe de bi extiyari

BİZİ LEYLA'YA İNANDIRAN KEREM SEVİNÇ

Resim
“Leyla rinda ro yo, Leyla hora koy o…” Malmîsan dağlarına çarpa çarpa dönüp küçük Kerem’in kulağında yankılanan bu sözler ninesinin ağzından dökülür. Ninesi, küçük kızı Leyla için yakar bu ağıdı durmadan... Leyla’nın saçlarına bir hastalık bulaşmış, hekim hekim gezmiş ama çare bulamamışlardır. Tam da o dönem bilim insanları, DDT diye bitkisel bir ilaç geliştirirler. İlaç okyanusları aşar, dağları deler ve Pîran’a ulaşır ama Kerem’in halası Leyla’ya derman olacağı yerde eceli olur. Zaten sonra aynı bilim insanları ilaç için özür diler ve toplatılır. (Bkz: https://www.haberler.com/27-yil-once-yasaklanan-ddt-halen-tarim-alanlarinda-haberi/ )  Kızını yitiren kadıncağız o günden sonra artık sadece Allah’a inanmaya yemin eder. O sözler ölmez ama, Kerem Sevinç alır getirir bize onları. Yollarda, upuzun ovalara dalarken kulağımıza değen bir şarkı olur Leyla, yol olur bazen hatta. Uzun üniversite gecelerinde erkeklerin kızlara kur yapma amacıyla “dinleyince aklıma sen geldin de atmak

Rûhnivîska Şevekê

Resim
*Hilma klîmaya dolmîşê serê min êşand. 2 sohbetten 3 mesaj heye lê nikarim li telefonê bimeyzênim. *Di destên qermiçî yên zilamê li qoltixê pêş de poşetekî îlacan heye.  *Dixwazim ji şofêr re spas bikim lê qidûmê min tune ye. Baran dibare ser sing û berê metropoleke biyan. Ji sola xwe ya nû bawer im; diçim bi ser golên avê yên li kolanê ve. *Fereke berguhkê min xira bûye lê dîsa jî dibihîsim; ev dengê Kurt Cobain e. Di konserekê de ji temaşevanên xwe re gotibû 'ez bikutim we hemûyan.' Kenê min hatibû. *Di ber yûrda keçikan re derbas dibim. Keç û kur hev hembêz dikin. Ew ramûsanên dawî yên ku dawî lê nayên felan. Ez hêj şerm dikim dema însanên li sikakan bi hev şa dibin dibînim. Qey ev rûhê feodal wê heta gorê bi min re be? Nizam. * Ev çend roj in risteya Odiseas Elitis di mêjiyê min de dike gurmegurm. Li wî difikrim gelo dema ev nivîsî çi dikir. Hemû rûhê min dipêçe, diguvêşe: "Min jiyana xwe anî heta vê derê." 

Reddiyeyek Bo Ömer Faruk Baran

Reddiyeyek bo Ömer Faruk Baran... Roj-nivîskar û bloggerê gewre Ömer Faruk Baran, doh nivîsek li ser bloga xwe bar kir. Di nivîsê de Baran, muqayeseya Blogê û torên din ên sosyal-medyayê kir û got ku Blog ji Instagramê jî, ji Facebookê jî , ji Twitterê jî, ji Whatsappê jî xweştir e. Ji yên din re ti îtiraza min tune ye lê ew muqayeseya Blogê û Instagramê ku -qaşo- "Blog ji Instagramê xweştir e." ez gelekî êşandim. Li ser vê min xwest, bi çend xalan bersivê bidim tezên Ömer Faruk Baran. *Ömer heyran ! Tu jî dizanî ku di xulqiyeta me însanan de parvekirin heye. Mîsal em berê gava radibûn û her der bi berfê çîl-spî dibû, kê li malê hebûya me ew şiyar dikir û digot "rabe rabe, berf bariye." Instagram ew mal fireh kir . Li ser vê mînakê, Blogê bifikre: Sibê radibî û kes li mal tune ye. * Ömer , birayê min !Xwezî me TUİKek hebûya û rêjeya keç û xortên ku li ser Instagramê hevdû nas kirine û niha zarokên wan hene derxista. Di vî warî de hewce nake ez behsa qelsiya

Siya Nifşekê

Resim
Bi solîstê Siya Şevê kekê Gökçe re  li 'Gümrük Hanı'ya Rihayê, Hezîran, 2014  "Jiyan bila bibore, mirin paqijî ye." Yanê tu li bin vê hevokê J.P.Sartre an E.M.Cioran binivîsî dê kes ferq neke. Ji qewlê Tirkan ve ez bibêjim: "Camus olsa beğenirdiniz ama bunu Siya Şevê söylemiş." Tişta ku Siya Şevê jî cuda dike, ev e ez dibêm; ne tenê ji aliya enstrumantaliyê ve, peyvên ku di stranên wan de ne, bi tena serê xwe felsefe ne, aforîzma ne. Mîsal di strana xwe ya bi navê 'Yasemîn' de mirov mest dike û dibêje: "Lê nebê şer..Xwîna li ser stranan anîm ji te'r." Strana 'Şikestî' him bi dengên xwe him bi peyvên xwe û him bi klîba xwe mukemmel e. Heqîqeten straneke "Şikestî" ye.  Hewce nake yeko yeko pê de biçim. Dengê Gökçe abê, ew bateriya pişt a ku dema lêdide mirov dibê qey li orta kezeba mirov dikeve û bass-gitara ku di dawiya stranan de lêdide û mirov dixe transê... Siya Şevê, mohra xwe li bin şevên dirêj ên nifş

Bin-hişname

* Zalimê Omer Farûq Baran di 11 saliya xwe de  rojnivîsk nivîsîne. Yaziya wî jî gelek xweş bûye, min di wî yaşî de nizanibû bi qelemê bigirta. Kurik şareza ye. * Xweştirîn Kurmancî li nexweşxaneyan tê axaftin. Ew roj yekê digot "Damar yoliya wî tiqanmîş bûye." * Keçikên ku li bin fotografên Kerem Sevinç şîroveyan dikin têra êlekê dikin. Hemî jî bedew in Allah war. * Eger Dinya hemî gul bit; videoyeke Fırat Cewerî ya Instagramê besê min e . * Înan Eroglu jî belkî van rojan biçe Ewropayê . Keçikên ejnebî dê bi wî kêf bikin Xwedê wekîl. * Heke qeşengbûn bi pera bûya min ê deyn bikira û dê bibûma Hamid Omerî. Neyse; tekane teselliya min Kamuran Yuksek e di vê mijarê de. * "Memik", "dengbêj" felan hemî çîrok in. Mustehcentirîn strana Kurmancî Mehmet Atlı nivîsiye. "Bixwazî-nexwazî, ez ê te jî bikim razî. Bi dilê zelal, tikîtazî werim cem te." çi ye hey kafir ?! * Niha kîtêbek heye li ber destê min . Tê de dibêje "para miriy