Reddiyeyek Bo Ömer Faruk Baran


Reddiyeyek bo Ömer Faruk Baran...

Roj-nivîskar û bloggerê gewre Ömer Faruk Baran, doh nivîsek li ser bloga xwe bar kir. Di nivîsê de Baran, muqayeseya Blogê û torên din ên sosyal-medyayê kir û got ku Blog ji Instagramê jî, ji Facebookê jî , ji Twitterê jî, ji Whatsappê jî xweştir e. Ji yên din re ti îtiraza min tune ye lê ew muqayeseya Blogê û Instagramê ku -qaşo- "Blog ji Instagramê xweştir e." ez gelekî êşandim.
Li ser vê min xwest, bi çend xalan bersivê bidim tezên Ömer Faruk Baran.

*Ömer heyran ! Tu jî dizanî ku di xulqiyeta me însanan de parvekirin heye. Mîsal em berê gava radibûn û her der bi berfê çîl-spî dibû, kê li malê hebûya me ew şiyar dikir û digot "rabe rabe, berf bariye." Instagram ew mal fireh kir . Li ser vê mînakê, Blogê bifikre: Sibê radibî û kes li mal tune ye.

* Ömer , birayê min !Xwezî me TUİKek hebûya û rêjeya keç û xortên ku li ser Instagramê hevdû nas kirine û niha zarokên wan hene derxista. Di vî warî de hewce nake ez behsa qelsiya Blogê bikim.

*Ka ji min re bibêje Ömer ! Tu evqas keçikên xweşik bi hevdû re dikarî li kolanên Sirûcê, an Diyarbekirê an Bismilê bibînî ? Instagram ev kir. Gelo heta niha te li ser blogê çend keçik dîtin ?

*Mesela berê te bixwesta keçikekê binasî, hewce bû te hezar fen û fût bikira ji bo ku numra wê jê bistînî. Instagram ev rakir . Ozguvena ciwanên me pê re patlama kir maşallah. Lê blog Ömer ? 

*Ömer ! Tu jî dibînî . Li ser Instagramê herkes bextewar e, dikene, dixwe, vedixwe, #delirmeceler dike , kêf dike. Ev enerjî , dilê mirov geş dike. Kasveta Blogê li wir nîn e.

*Hewce nake ez dirêj bikim hevalê Ömer ! Bi Kurt û Kurmancî bibêjim : Blog, Toros e; Instagram, Porsche ye. 

Yorumlar

  1. Super Super Super welle bille, blog Toros é Instagram Porsche ye.. gora vî rewşé ez li Toros siwar dibim ����

    YanıtlaSil

Yorum Gönder

Bu blogdaki popüler yayınlar

BİZİ LEYLA'YA İNANDIRAN KEREM SEVİNÇ

TU BÛ ÇEND?