Kayıtlar

2018 tarihine ait yayınlar gösteriliyor

"Ez Nexşeyek Lal im"

Resim
"Ez Nexşeyek Lal im, Dibilînim, Dinalim" Mirady di hevpeyvîneke xwe de gotibû “Her albûm şahidê dewreke muzîsyen e.” Dema min guh da ser albûma nû ya Mem Ararat, yekser ev gotin di hişê min de olan da. Albûma Mem ji 8 stranan pêk tê û bi etîketa Ziz Muzîkê derket. Ji aliyê guhdaran dema mirov dimeyzîne, Mem Ararat belkî jî stranbêjê herî balkêş ê Kurd e. Çimkî min dîtiye ku gelek însanên ji tarzên cudatir hez dikin, guh didin wî. Yanî meriv nikare guhdarên wî bi rihetî kategorîze bike. Sirra vê çi ye ez nizanim, belkî kesên li ser muzîkê xebatan dikin karibin rave bikin. Di qapaxa albûmê de bajarekî kavil û wêran xuya dibe di dilê Mem de. Di strana “Xewna Bajarekî” de ku ev navê albûmê ye jî, bajar bi hemû sûretê xwe derdikeve. Lê dîsa jî xewna bajarê di dilê Mem de winda nebûye.   Ew xewn/hêvî di dengê Mem ê zîz de xwe dide der: “ Porkurê, ji binê erdê dengê çivîkan tê” https://www.youtube.com/watch?v=geuZ4mIolQ0 Ji aliyê enstrumantaliyê ve jî ev alb

TU BÛ ÇEND?

Resim
Qafê min bi rastî hesabê salan nagire. Xaseten ez qet ji nav meseleya emir dernakevim. Yanî sala ewil a ku mirov çêbûye jî dikeve nav hesabê emir, an ew sala 0(Sıfır)ê ye. Lê bi texmîna min îro emrê min bû 26. Erê, ez tam di vê rojê de çêbûme. Bavê min ji ber ku gelek salan muxtarî kir, ji hêla qeyd û quydan gelek jêhatî ye. Hema bêje her hadîseyê, belgeyê dinivîse li cem xwe. Di çîrokeke Mehmet Dicle de zilamekî wilo hebû, ez wî pir dişibînim wî. Lê navê çîrokê nayê bîra min û ji ber ku ez niha ne li malê me nikarim binêrim jî. Jixwe diya min jî vê tarîxê tesdîk dike û tim dibêje "sermayeke qiyamet hebû wextê ku tu çêbû." 26 saliya min li mala şa'irekî dest pê kir. Hemû şa'ir nazik in lê Hamid Omerî di vê meselê de level avêtiye. Çawa ku "destê wî ji Kurdistanê nabe", yê min jî jê nedibû lê min piştî taştiyeke xweş xatir xwest û derketim. Li mala Hamid Omerî, kêliya ewil a sala min a 26an. Hin kes dibêjin mirov di 27 saliya xwe de bi extiyari