"Ez Nexşeyek Lal im"

"Ez Nexşeyek Lal im, Dibilînim, Dinalim"



Mirady di hevpeyvîneke xwe de gotibû “Her albûm şahidê dewreke muzîsyen e.”
Dema min guh da ser albûma nû ya Mem Ararat, yekser ev gotin di hişê min de olan da. Albûma Mem ji 8 stranan pêk tê û bi etîketa Ziz Muzîkê derket.

Ji aliyê guhdaran dema mirov dimeyzîne, Mem Ararat belkî jî stranbêjê herî balkêş ê Kurd e. Çimkî min dîtiye ku gelek însanên ji tarzên cudatir hez dikin, guh didin wî. Yanî meriv nikare guhdarên wî bi rihetî kategorîze bike. Sirra vê çi ye ez nizanim, belkî kesên li ser muzîkê xebatan dikin karibin rave bikin.

Di qapaxa albûmê de bajarekî kavil û wêran xuya dibe di dilê Mem de. Di strana “Xewna Bajarekî” de ku ev navê albûmê ye jî, bajar bi hemû sûretê xwe derdikeve. Lê dîsa jî xewna bajarê di dilê Mem de winda nebûye.  Ew xewn/hêvî di dengê Mem ê zîz de xwe dide der: “Porkurê, ji binê erdê dengê çivîkan tê”


Ji aliyê enstrumantaliyê ve jî ev albûm, li gorî xebatên din ên kevn pir bêhtir zengîn e. Lê ev enstrumantalî û sewta Mem li tu derî pev naçin. Her tişt bi hostayî hatiye li cihê xwe rûniştiye. Ji vê hêlê de bi min xaseten strana “Zozan”ê nimûneyeke pir xweş e.


Ji bo xortik û keçikên nûciwan an jî extiyarên rihciwan jî straneke heye ku nîvşevan ji hev re jestan bikin. Navê wê “Zîz” e. Henek li derekê, mirov di vir de kemana Ahmet Tirgil heta kokê hîs dike. Xisûsiyeteke Mem Ararat heye ku di gotinên wî de tahma helbestan her difûre; Wisa dibêje di vê stranê de: "Ez nexşeyek lal im, dibilînim, dinalim." Offfff!


Surprîzeke xweş jî heye di albûmê de. Mem Ararat covera strana Seîd Yusiv çêkiriye û xistiye nav stranan. Navê stranê “Eva Eva” ye. Jixwe ji xeynî vê gotinên hemû stranan aydî Mem bi xwe ne.

Axir di dewreke ku muzîka Kurdî ewqas tê minaqeşekirin de Mem Ararat bi xebateke mikemel dilê guhdaran pariyekê xweş kir. 

#MemArarat #XewnaBajarekî

Yorumlar

Bu blogdaki popüler yayınlar

BİZİ LEYLA'YA İNANDIRAN KEREM SEVİNÇ

Reddiyeyek Bo Ömer Faruk Baran

TU BÛ ÇEND?