Kayıtlar

Şubat, 2018 tarihine ait yayınlar gösteriliyor

TU BÛ ÇEND?

Resim
Qafê min bi rastî hesabê salan nagire. Xaseten ez qet ji nav meseleya emir dernakevim. Yanî sala ewil a ku mirov çêbûye jî dikeve nav hesabê emir, an ew sala 0(Sıfır)ê ye. Lê bi texmîna min îro emrê min bû 26. Erê, ez tam di vê rojê de çêbûme. Bavê min ji ber ku gelek salan muxtarî kir, ji hêla qeyd û quydan gelek jêhatî ye. Hema bêje her hadîseyê, belgeyê dinivîse li cem xwe. Di çîrokeke Mehmet Dicle de zilamekî wilo hebû, ez wî pir dişibînim wî. Lê navê çîrokê nayê bîra min û ji ber ku ez niha ne li malê me nikarim binêrim jî. Jixwe diya min jî vê tarîxê tesdîk dike û tim dibêje "sermayeke qiyamet hebû wextê ku tu çêbû." 26 saliya min li mala şa'irekî dest pê kir. Hemû şa'ir nazik in lê Hamid Omerî di vê meselê de level avêtiye. Çawa ku "destê wî ji Kurdistanê nabe", yê min jî jê nedibû lê min piştî taştiyeke xweş xatir xwest û derketim. Li mala Hamid Omerî, kêliya ewil a sala min a 26an. Hin kes dibêjin mirov di 27 saliya xwe de bi extiyari