Kayıtlar

Kasım, 2017 tarihine ait yayınlar gösteriliyor

Rûhnivîska Şevekê

Resim
*Hilma klîmaya dolmîşê serê min êşand. 2 sohbetten 3 mesaj heye lê nikarim li telefonê bimeyzênim. *Di destên qermiçî yên zilamê li qoltixê pêş de poşetekî îlacan heye.  *Dixwazim ji şofêr re spas bikim lê qidûmê min tune ye. Baran dibare ser sing û berê metropoleke biyan. Ji sola xwe ya nû bawer im; diçim bi ser golên avê yên li kolanê ve. *Fereke berguhkê min xira bûye lê dîsa jî dibihîsim; ev dengê Kurt Cobain e. Di konserekê de ji temaşevanên xwe re gotibû 'ez bikutim we hemûyan.' Kenê min hatibû. *Di ber yûrda keçikan re derbas dibim. Keç û kur hev hembêz dikin. Ew ramûsanên dawî yên ku dawî lê nayên felan. Ez hêj şerm dikim dema însanên li sikakan bi hev şa dibin dibînim. Qey ev rûhê feodal wê heta gorê bi min re be? Nizam. * Ev çend roj in risteya Odiseas Elitis di mêjiyê min de dike gurmegurm. Li wî difikrim gelo dema ev nivîsî çi dikir. Hemû rûhê min dipêçe, diguvêşe: "Min jiyana xwe anî heta vê derê."