Kayıtlar

Şubat, 2017 tarihine ait yayınlar gösteriliyor

Reddiyeyek Bo Ömer Faruk Baran

Reddiyeyek bo Ömer Faruk Baran... Roj-nivîskar û bloggerê gewre Ömer Faruk Baran, doh nivîsek li ser bloga xwe bar kir. Di nivîsê de Baran, muqayeseya Blogê û torên din ên sosyal-medyayê kir û got ku Blog ji Instagramê jî, ji Facebookê jî , ji Twitterê jî, ji Whatsappê jî xweştir e. Ji yên din re ti îtiraza min tune ye lê ew muqayeseya Blogê û Instagramê ku -qaşo- "Blog ji Instagramê xweştir e." ez gelekî êşandim. Li ser vê min xwest, bi çend xalan bersivê bidim tezên Ömer Faruk Baran. *Ömer heyran ! Tu jî dizanî ku di xulqiyeta me însanan de parvekirin heye. Mîsal em berê gava radibûn û her der bi berfê çîl-spî dibû, kê li malê hebûya me ew şiyar dikir û digot "rabe rabe, berf bariye." Instagram ew mal fireh kir . Li ser vê mînakê, Blogê bifikre: Sibê radibî û kes li mal tune ye. * Ömer , birayê min !Xwezî me TUİKek hebûya û rêjeya keç û xortên ku li ser Instagramê hevdû nas kirine û niha zarokên wan hene derxista. Di vî warî de hewce nake ez behsa qelsiya

Siya Nifşekê

Resim
Bi solîstê Siya Şevê kekê Gökçe re  li 'Gümrük Hanı'ya Rihayê, Hezîran, 2014  "Jiyan bila bibore, mirin paqijî ye." Yanê tu li bin vê hevokê J.P.Sartre an E.M.Cioran binivîsî dê kes ferq neke. Ji qewlê Tirkan ve ez bibêjim: "Camus olsa beğenirdiniz ama bunu Siya Şevê söylemiş." Tişta ku Siya Şevê jî cuda dike, ev e ez dibêm; ne tenê ji aliya enstrumantaliyê ve, peyvên ku di stranên wan de ne, bi tena serê xwe felsefe ne, aforîzma ne. Mîsal di strana xwe ya bi navê 'Yasemîn' de mirov mest dike û dibêje: "Lê nebê şer..Xwîna li ser stranan anîm ji te'r." Strana 'Şikestî' him bi dengên xwe him bi peyvên xwe û him bi klîba xwe mukemmel e. Heqîqeten straneke "Şikestî" ye.  Hewce nake yeko yeko pê de biçim. Dengê Gökçe abê, ew bateriya pişt a ku dema lêdide mirov dibê qey li orta kezeba mirov dikeve û bass-gitara ku di dawiya stranan de lêdide û mirov dixe transê... Siya Şevê, mohra xwe li bin şevên dirêj ên nifş