Siya Nifşekê



Bi solîstê Siya Şevê kekê Gökçe re  li 'Gümrük Hanı'ya Rihayê, Hezîran, 2014 


"Jiyan bila bibore, mirin paqijî ye."
Yanê tu li bin vê hevokê J.P.Sartre an E.M.Cioran binivîsî dê kes ferq neke. Ji qewlê Tirkan ve ez bibêjim: "Camus olsa beğenirdiniz ama bunu Siya Şevê söylemiş."
Tişta ku Siya Şevê jî cuda dike, ev e ez dibêm; ne tenê ji aliya enstrumantaliyê ve, peyvên ku di stranên wan de ne, bi tena serê xwe felsefe ne, aforîzma ne. Mîsal di strana xwe ya bi navê 'Yasemîn' de mirov mest dike û dibêje:
"Lê nebê şer..Xwîna li ser stranan anîm ji te'r."
Strana 'Şikestî' him bi dengên xwe him bi peyvên xwe û him bi klîba xwe mukemmel e. Heqîqeten straneke "Şikestî" ye. 
Hewce nake yeko yeko pê de biçim. Dengê Gökçe abê, ew bateriya pişt a ku dema lêdide mirov dibê qey li orta kezeba mirov dikeve û bass-gitara ku di dawiya stranan de lêdide û mirov dixe transê... Siya Şevê, mohra xwe li bin şevên dirêj ên nifşekî xistiye ku ez jî yekê ji wê nifşê me. Em ji wan razî ne, Xwedê jî ji wan razî be.

Yorumlar

  1. Xwezî min halê te yê berê nedîta, "heqîqeten" tu zû pîr bûyî, ka ew ciyaniya te ya li ber siya şevê? Dest xweş. 😊

    YanıtlaSil
  2. Min fêm nekir ? Yanî tu dibê berê ez ciwantir bûme :))

    YanıtlaSil
  3. Ez bêjim, Siya Şevê di stranên xwe yên berê de kûrtir tu jî di wêneyên xwe yên berê de xweşiktir î Mistefa.

    YanıtlaSil
  4. Ew xweşikbûna Rihaya we ye Omero :))

    YanıtlaSil
  5. Mistefa şekir e, dengê Gokçe şêrîntir e :) Yanî ji ku hatiye navekî mîna Gokçe û xwe li eniya dengvedanê delal daniye?

    YanıtlaSil

Yorum Gönder

Bu blogdaki popüler yayınlar

BİZİ LEYLA'YA İNANDIRAN KEREM SEVİNÇ

Reddiyeyek Bo Ömer Faruk Baran

TU BÛ ÇEND?