TU BÛ ÇEND?

Qafê min bi rastî hesabê salan nagire. Xaseten ez qet ji nav meseleya emir dernakevim. Yanî sala ewil a ku mirov çêbûye jî dikeve nav hesabê emir, an ew sala 0(Sıfır)ê ye. Lê bi texmîna min îro emrê min bû 26. Erê, ez tam di vê rojê de çêbûme. Bavê min ji ber ku gelek salan muxtarî kir, ji hêla qeyd û quydan gelek jêhatî ye. Hema bêje her hadîseyê, belgeyê dinivîse li cem xwe. Di çîrokeke Mehmet Dicle de zilamekî wilo hebû, ez wî pir dişibînim wî. Lê navê çîrokê nayê bîra min û ji ber ku ez niha ne li malê me nikarim binêrim jî. Jixwe diya min jî vê tarîxê tesdîk dike û tim dibêje "sermayeke qiyamet hebû wextê ku tu çêbû."

26 saliya min li mala şa'irekî dest pê kir. Hemû şa'ir nazik in lê Hamid Omerî di vê meselê de level avêtiye. Çawa ku "destê wî ji Kurdistanê nabe", yê min jî jê nedibû lê min piştî taştiyeke xweş xatir xwest û derketim.

Li mala Hamid Omerî, kêliya ewil a sala min a 26an.

Hin kes dibêjin mirov di 27 saliya xwe de bi extiyariya xwe dihese, hin dibêjin 30, hin dibêjin 35. Lê bi min; emrê ciwaniyê êdî bilindtir bûye û pênaseyeke nû jê re hewce ye. Kurt Cobain û Jonis Joplin, di 27 saliyên xwe de întixar kirine. Xuya ye ku emrekî kambax e 27.

Li bajarên qelebalix, dîn û bala min diçe ser extiyaran û hereketên wan. Hadê ez ciwanan fêm dikim lê extiyar çawa daymîşê vê teşqele û stresê dibin. Ma qet di dilê xwe de nabêjin "min jiyana xwe anî heta vê derê" û bes?

Risteyeke Orhan Veli heye, dibêje "Gemlik'e doğru denizi göreceksin, sakın şaşırma."1  Min bêhre nedîbû jî gelek ji vê helbestê hez dikir, dema berê min dikeve behrê jî îlleh tê bîra min.

Bistek berê, tam 26 sal piştî wê roja "serma û qiyamet", li vapûra dawî ya ku ez lê siwar bûm, zilamekî ji yekî din re got: "Oğlum, 55 senedir İstanbul'dayım, böyle sıcak bir kış görmedim."2 Gotina diya min a li ser rojbûna min hat bîra min, helbet bişirîm. Bistekî din ez ê lê bigerim jixwe lê ez ê nebêjim "tê bîra te?"
Di navbera Beşiktaş û Kadiköyê de, Stenbol 2018

1  “Ber bi Gemlikê ve tu yê behre bibînî, haya te jê hebe.”

2 “Lawo ev 55 sal in ez li Stenbolê me, min zivistaneke wiha germ nedîtiye.”

Yorumlar

Bu blogdaki popüler yayınlar

BİZİ LEYLA'YA İNANDIRAN KEREM SEVİNÇ

Reddiyeyek Bo Ömer Faruk Baran