Kayıtlar

2017 tarihine ait yayınlar gösteriliyor

BİZİ LEYLA'YA İNANDIRAN KEREM SEVİNÇ

Resim
“Leyla rinda ro yo, Leyla hora koy o…” Malmîsan dağlarına çarpa çarpa dönüp küçük Kerem’in kulağında yankılanan bu sözler ninesinin ağzından dökülür. Ninesi, küçük kızı Leyla için yakar bu ağıdı durmadan... Leyla’nın saçlarına bir hastalık bulaşmış, hekim hekim gezmiş ama çare bulamamışlardır. Tam da o dönem bilim insanları, DDT diye bitkisel bir ilaç geliştirirler. İlaç okyanusları aşar, dağları deler ve Pîran’a ulaşır ama Kerem’in halası Leyla’ya derman olacağı yerde eceli olur. Zaten sonra aynı bilim insanları ilaç için özür diler ve toplatılır. (Bkz: https://www.haberler.com/27-yil-once-yasaklanan-ddt-halen-tarim-alanlarinda-haberi/ )  Kızını yitiren kadıncağız o günden sonra artık sadece Allah’a inanmaya yemin eder. O sözler ölmez ama, Kerem Sevinç alır getirir bize onları. Yollarda, upuzun ovalara dalarken kulağımıza değen bir şarkı olur Leyla, yol olur bazen hatta. Uzun üniversite gecelerinde erkeklerin kızlara kur yapma amacıyla “dinleyince aklıma sen geldin de atmak

Rûhnivîska Şevekê

Resim
*Hilma klîmaya dolmîşê serê min êşand. 2 sohbetten 3 mesaj heye lê nikarim li telefonê bimeyzênim. *Di destên qermiçî yên zilamê li qoltixê pêş de poşetekî îlacan heye.  *Dixwazim ji şofêr re spas bikim lê qidûmê min tune ye. Baran dibare ser sing û berê metropoleke biyan. Ji sola xwe ya nû bawer im; diçim bi ser golên avê yên li kolanê ve. *Fereke berguhkê min xira bûye lê dîsa jî dibihîsim; ev dengê Kurt Cobain e. Di konserekê de ji temaşevanên xwe re gotibû 'ez bikutim we hemûyan.' Kenê min hatibû. *Di ber yûrda keçikan re derbas dibim. Keç û kur hev hembêz dikin. Ew ramûsanên dawî yên ku dawî lê nayên felan. Ez hêj şerm dikim dema însanên li sikakan bi hev şa dibin dibînim. Qey ev rûhê feodal wê heta gorê bi min re be? Nizam. * Ev çend roj in risteya Odiseas Elitis di mêjiyê min de dike gurmegurm. Li wî difikrim gelo dema ev nivîsî çi dikir. Hemû rûhê min dipêçe, diguvêşe: "Min jiyana xwe anî heta vê derê." 

Reddiyeyek Bo Ömer Faruk Baran

Reddiyeyek bo Ömer Faruk Baran... Roj-nivîskar û bloggerê gewre Ömer Faruk Baran, doh nivîsek li ser bloga xwe bar kir. Di nivîsê de Baran, muqayeseya Blogê û torên din ên sosyal-medyayê kir û got ku Blog ji Instagramê jî, ji Facebookê jî , ji Twitterê jî, ji Whatsappê jî xweştir e. Ji yên din re ti îtiraza min tune ye lê ew muqayeseya Blogê û Instagramê ku -qaşo- "Blog ji Instagramê xweştir e." ez gelekî êşandim. Li ser vê min xwest, bi çend xalan bersivê bidim tezên Ömer Faruk Baran. *Ömer heyran ! Tu jî dizanî ku di xulqiyeta me însanan de parvekirin heye. Mîsal em berê gava radibûn û her der bi berfê çîl-spî dibû, kê li malê hebûya me ew şiyar dikir û digot "rabe rabe, berf bariye." Instagram ew mal fireh kir . Li ser vê mînakê, Blogê bifikre: Sibê radibî û kes li mal tune ye. * Ömer , birayê min !Xwezî me TUİKek hebûya û rêjeya keç û xortên ku li ser Instagramê hevdû nas kirine û niha zarokên wan hene derxista. Di vî warî de hewce nake ez behsa qelsiya

Siya Nifşekê

Resim
Bi solîstê Siya Şevê kekê Gökçe re  li 'Gümrük Hanı'ya Rihayê, Hezîran, 2014  "Jiyan bila bibore, mirin paqijî ye." Yanê tu li bin vê hevokê J.P.Sartre an E.M.Cioran binivîsî dê kes ferq neke. Ji qewlê Tirkan ve ez bibêjim: "Camus olsa beğenirdiniz ama bunu Siya Şevê söylemiş." Tişta ku Siya Şevê jî cuda dike, ev e ez dibêm; ne tenê ji aliya enstrumantaliyê ve, peyvên ku di stranên wan de ne, bi tena serê xwe felsefe ne, aforîzma ne. Mîsal di strana xwe ya bi navê 'Yasemîn' de mirov mest dike û dibêje: "Lê nebê şer..Xwîna li ser stranan anîm ji te'r." Strana 'Şikestî' him bi dengên xwe him bi peyvên xwe û him bi klîba xwe mukemmel e. Heqîqeten straneke "Şikestî" ye.  Hewce nake yeko yeko pê de biçim. Dengê Gökçe abê, ew bateriya pişt a ku dema lêdide mirov dibê qey li orta kezeba mirov dikeve û bass-gitara ku di dawiya stranan de lêdide û mirov dixe transê... Siya Şevê, mohra xwe li bin şevên dirêj ên nifş

Bin-hişname

* Zalimê Omer Farûq Baran di 11 saliya xwe de  rojnivîsk nivîsîne. Yaziya wî jî gelek xweş bûye, min di wî yaşî de nizanibû bi qelemê bigirta. Kurik şareza ye. * Xweştirîn Kurmancî li nexweşxaneyan tê axaftin. Ew roj yekê digot "Damar yoliya wî tiqanmîş bûye." * Keçikên ku li bin fotografên Kerem Sevinç şîroveyan dikin têra êlekê dikin. Hemî jî bedew in Allah war. * Eger Dinya hemî gul bit; videoyeke Fırat Cewerî ya Instagramê besê min e . * Înan Eroglu jî belkî van rojan biçe Ewropayê . Keçikên ejnebî dê bi wî kêf bikin Xwedê wekîl. * Heke qeşengbûn bi pera bûya min ê deyn bikira û dê bibûma Hamid Omerî. Neyse; tekane teselliya min Kamuran Yuksek e di vê mijarê de. * "Memik", "dengbêj" felan hemî çîrok in. Mustehcentirîn strana Kurmancî Mehmet Atlı nivîsiye. "Bixwazî-nexwazî, ez ê te jî bikim razî. Bi dilê zelal, tikîtazî werim cem te." çi ye hey kafir ?! * Niha kîtêbek heye li ber destê min . Tê de dibêje "para miriy

"Çûkên germê, li ser berfê."

Resim
Penaberên Sûriyeyî li ser sînorê Yewnanîstan û Makedonyayê. Foto: Yannis Behrakis                                                                           " Çûkên germê, li ser berfê."

"Êş, Sibehan Jî Dinuximîne Êdî."

Resim
Enqere , Çile / 2017 Cesare Pavese, 67 sal berê li Torinoyê , li odeya otelekê 21 heb îlacên xewê vedixwe û întihar dike. Beriya ku xwe bikuje li ser kaxezekê vê notê dinivîse: "Êş, sibehan jî dinuximîne êdî."

Ez ê Birra Jî Bibim Fûtbolîst

Resim
Maradona ji bo wî wiha digot : "Heyf e ku ew bûye fûtbolîst lewra ew z êde z êde qeşeng e". Sal 1981 . Li Londray ê, rojeke payîz ê ye . David Beckham d ê dest bi dibistan ê bike. Mamostey ê wî y ê 'ewil , pirsa 'ewil j ê dike : - Tu dixwazî bibî çi ? + Fûtbolîst. Ev bersiv, li gor mamoste bersiveke cidî nîn e, loma dîsa ji David dipirse : - Ez bi rastî dipirsim , tu dixwazî bibî çi? + FÛTBOLÎST. Ev baweriya wî ya xurt di sal ên p êşiy ê de dibe sedem ku bav ê wî dev ji hemî kar ên xwe berde û bibe yekem antrenor ê wî. Di 14 saliya wî de mamostey ê wî y ê "rasteqîn" Sir Alex Ferguson ew dibîne û ew êdî dibe fûtbolîst ê Manchester United ê. Piştî transfer ê yekser ji mamostey ê xwe y ê 'ewil re nameyek dişîne: "Ez transferî Manchester United ê bûm."  Sir Alex Ferguson û David Beckham. Beckham transferî Manchester  UTD dibe.            Beckham li Manchester ê 10 sal ên t êr û tijî derbas dike û gelek k

Alarma Hesinî

Resim
“tuuuut ! tuuuuuuut ! tuuut!” Te dî ? Dîsa di xweştirîn cih ê xewa xwe de bi dengê kornaya vê kambaxê şiyar dibî. Hewce nake ku li saetê binêrî, dizanî ku saet tam 6:50 ye. Radibî. Kincên xwe datînî ber sobeya ceryanê bo ku piçekî germ bibin. Berê xwe didî tiwaletê. Xilmaş î hê jî dema ku ji tiwaletê derdikevî. Bavê te doh dîsa xwe hêrs kiribû ji ber ku tu şeveqê dema xwe hazir dikî z ê de deng derdixî û xewa wî diherimînî, derî hêdîka digirî. Vedigerî oda xwe, çavên xwe li ser maseya xwe digerînî, bavê te –tenê- 2 lîre daniye ser wê ji bo te. Di ber xwe de dibêjî “Ev têrê çi dike AMK?”. Têyî ber pencer ê , tene dûva Trênê dibînî, diçe. Wezîfeya xwe ya her roj aniye cih, te şiyar kiriye, dile wê rihet e . Hebkî tîn ketiye cilên te, li xwe dikî. Diçî li ber eynê xwe duz dikî. Pantorê te yê ku te par kirrîbû ji te re teng bûye, qarçikên te diwerimin tê de, dibînî. H êrs dibî, b eriya ku tu ji derî derkevî derve dîsa dinî tîpa xwe. Derî vedikî. Hoppaalla ! Cîranê te yê qata bi

Tu Ne Navê Min î

- Da ! kî nav ê  min danî ? + Ap ê te. - Me'na nav ê min çi ye ? + Nav ê P êxember ê me -ESW- ye.    - Hmmm Naxwazim bib êjim "Da ! ma ez dizanim ku navek ê ji nav ên HZ. Mihemed e l ê  min me'na nav ê xwe pirsî". Jixwe ger min bipirsiya bi îhtimaleke mezin d ê dîsa heman bersiv ê bidaya min.  Ev nav ê 'giran' 24 sal in ji dû min venaqete. Min dev ji nim êj ê berda l ê ew hîn rûniştiye li ser laş ê min. Ma ne ap ê min ji bo ku ez bibim lawikekî salih û dîn ê xwe bajom  ev nav li min kiribû, nebû îşte, ez nebûm Mele Mistefa û min sî waka xwe di berîka xwe de negerand. ,  êdî ji min bigere 'Mistefa'. Temam temam , ez sekan im , no problem. Kengî ji ber v ê mesel ê bitengijim ew pompaciy ê ku li îstasyona petrol ê dixebitî - gece vardiyası- t ê bîra min û b êhna min piçekî dert ê. Nav ê wî Keyfo bû.