Alarma Hesinî




“tuuuut ! tuuuuuuut ! tuuut!”


Te dî ? Dîsa di xweştirîn cihê xewa xwe de bi dengê kornaya vê kambaxê şiyar dibî. Hewce nake ku li saetê binêrî, dizanî ku saet tam 6:50 ye. Radibî. Kincên xwe datînî ber sobeya ceryanê bo ku piçekî germ bibin. Berê xwe didî tiwaletê. Xilmaş î hê jî dema ku ji tiwaletê derdikevî. Bavê te doh dîsa xwe hêrs kiribû ji ber ku tu şeveqê dema xwe hazir dikî zêde deng derdixî û xewa wî diherimînî, derî hêdîka digirî. Vedigerî oda xwe, çavên xwe li ser maseya xwe digerînî, bavê te –tenê- 2 lîre daniye ser wê ji bo te. Di ber xwe de dibêjî “Ev têrê çi dike AMK?”. Têyî ber pencerê, tene dûva Trênê dibînî, diçe. Wezîfeya xwe ya her roj aniye cih, te şiyar kiriye, dile wê rihet e . Hebkî tîn ketiye cilên te, li xwe dikî. Diçî li ber eynê xwe duz dikî. Pantorê te yê ku te par kirrîbû ji te re teng bûye, qarçikên te diwerimin tê de, dibînî. Hêrs dibî, beriya ku tu ji derî derkevî derve dîsa dinî tîpa xwe. Derî vedikî. Hoppaalla ! Cîranê te yê qata binî yê ku memûrê PTTê ye jî deriye xwe vedike bi te re. Vêca tu mecbur î pê re heta postaxanê bimeşî. Ji pêlikan dadikevî hêdika.

-Günaydın yeğen.


+Günaydın Yasin amca. 

Yorumlar

Bu blogdaki popüler yayınlar

BİZİ LEYLA'YA İNANDIRAN KEREM SEVİNÇ

Reddiyeyek Bo Ömer Faruk Baran

TU BÛ ÇEND?